Mijdar 07, 2021 13:17 Asia/Tehran
  • Kurtefîlma 'Gotinên Şevê' dê beşdarî Mihrîcana navneteweyî ya kurtefîlman a Izmîra Tirkiyê bibe

Kurtefîlma çîrokî ya 'Gotinên Şevê' bi nivîskarî û derhêneriya Umîd Ebdullahî derbasî dora bîstû duyem a Mihrîcana navneteweyî ya kurtefîlman a Izmîra Tirkiyê bû.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Kurtefîlma çîrokî ya Gotinên Şevê (Herfhayê Şebanê) ya çêkirî ji aliyê Husên Kakavend dê li beşa Panoramaya dora bîsstû  duyem a Mihrîcana navneteweyî ya kurtefîlman a Izmîra Tirkiyê da were nîşandan.

Hadî Iftixarzade û Emîrreza Rencberan lîstikvanên vê kurtefîlma 17 deqîqeyî ne.

Mihrîcana navneteweyî ya kurtefîlman a Izmîra Tirkiyê ji mihrîcanên piştrastkirî ji aliyê Akademiya Oskarê (Oscar) va ye û dê ji 1 heta 7ê meha Azera 1400 (dawiya meha Mijdarê) li bajarê Izmîrê were lidarxistin.

 

Serepeyv