Tebax 31, 2021 09:16 Asia/Tehran
  • Jinên îranî li Pêşbirkên Para-Olempîka Tokyo-2020î 2 mîdalên zêrê wergirtin

Jinên îranî di çiqa avêtina rimê û guleavêtinê şeşemîn û heftemîn mîdala zêrê ya Îranê lêi Pêşbirkên Para-Olempîka Tokyo-2020î bi dest xistin.

Li gorî rapora YJC'yê, Haşimiye Muteqiyan jina îranî, roja Sêşemiyê di çiqa avêtina rimê li Pêşbirkên Para-Olempîka Tokyo-2020î yekemîn mîdala zêrê ya jinên îranî û şeşemîn mîdala zêrê ya karwanê Îranê li Pêşbirkên Para-Olempîka Tokyo-2020î bi dest xist.

Haşimiye Muteqioyan di avêtina rimê ya beşa jinan li Pêşbirkên Para-Olempîka Tokyo-2020î di Klasa F56 bi tomarkirina rekora 50.25 mitr bû qehreman û mîdala zêrê wergirt.

Sare Cewanmerdî jina din a îranî jî di fînala Demançeya ba ya 10 mitr bi tomarkirina rekoreke nû jibo Olempîkê, mîdala zêrê ya Pêşbirkên Para-Olempîka Tokyo-2020î bi dest xist.

 

Serepeyv