Tebax 07, 2021 10:41 Asia/Tehran
  •  Dengbêjê navdar ê Kurd Kavûs Mîlanî nexweş e

Dengbêjê navdar ê makûyî Kavûs Mîlanî bi Koronayê ketiye û rewşa tendirustiya wî xerab e.

Kavûs Mîlanî ku dengbêjekî binavûdeng ê ji Makûyê ye, ev çend roj in bi vîrusa Koronayê ketiye.

Endamekî malbata Kavûs Mîlanî derbarê rewşa wî de ragihand ku Mîlanî li beşa çavdêriya hûr a Nexweşxaneya Taleqanî ya Ûrmiyê hatiye razandin û "rewşa tendirustiya wî xerab e."

Kavûs Mîlanî ji navdartirîn dengbêjan e, ku bi dehan berhemên wî yên dengibêjiyê hene.

Ew beşdarî bi dehan festîval û bernameyên hunerî bûye. Li navçeyên Serhedê jî nav û dengê wî belav bûye.

Kavûs Mîlanî li gundê Daylan ê ser bi Makûya parêzgeha Azerbaycana Rojava ve ji dayîk bûye û bi salan e li bajarê Ûrmiyê dijî.

Serepeyv