Tebax 05, 2021 17:49 Asia/Tehran
  • Hesen Yezdanî mîdala zîv a Olempîkê bi dest xist

Guleştgirê îranî mîdala zîv a Olempîka Tokyoyê bi dest xist.

Li gorî rapora YJC'yê, Hesen Yezdanî endamê tîma neteweyî ya Guleşta Îranê îro bi derdana li hemberî Dîvîd Teylorê amerîkî mîdala zîv a pêşbirkên Olempîkê wergirt.

Hesen Yezdanî di pêşbirka fînala giraniya 86 kg da, derda hevrikê xwe yê amerîkî.

Yezdanî di fînalê da heta kêliyên dawiyê 3-2 li pêş hevrikê xwe bû; Lê nişkêva û bi hereketeke hevrikê wî, encam veguherî 3-4 li ser xêra Teylor û derda.

 

Serepeyv