Tîrmeh 30, 2021 13:12 Asia/Tehran
  •  Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê; Reqîbên Amed Spor û Diyarbekir Sporê diyar bûn

Di Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê da Reqîbên Amed Spor û Diyarbekir Sporê diyar bûn.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Ji bo Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê fîkstur hat kişandin. Di hefteya yekemîn de Amed Spor dê Uşak Sporê bike mêvan. Diyarbekir Spor jî dê herem Çorum FK'yê.

Koma Spî

Amed Spor di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê de dilîze. Di komê de 19 tîm hene û niha fîktura komê diyar bû. pêşbirka yekemîn a Amed Sporê li Amedê ligel Uşak Sporê ye. Maç 5'ê meha rezberê dê bê lîstin. Serdema lîgê ya 2021-2022'yan dê roja 30'ê avrêla 2022'yan de bi dawî bibe. Wê rojê Amed Spor li mala xwe dê ligel Pendîk Sporê bilîze.

Koma Sor

Diyarbekir Spor di Koma Sor de ye û pêşbirka yekemîn li deplasmanê ligel Çorumê dilîze. Diyarbekir pêşbirka xwe ya dawî ya serdema 2021-2022'yan dê ligel Sariyerê li Stenbolê bilîze.

Ji bo her du koman lîg dê roja 26'ê berfanbara (kanûn) 2021'ê navber bidê û 16'ê meha rêbendana (Çile)  2022'yan dîsa dest pê bike.

Lîga 3'yemîn

Di Lîga 3'yemîn de jî tîmênkurdan hene. Ji wan Batman Petrol di Koma 1'emîn, Igdir Belediye, Elazig Karakoçan, Sîîr Îl Ozel Îdare di Koma 2'yemîn de, Agri 1970 û Mardîn Fosfat Spor jî di Koma 3'yemîn de dilîze.
 

Serepeyv