Tîrmeh 30, 2021 11:18 Asia/Tehran
  •  Li bajarê Qamişloyê; Pêşangeha Pirtûkan dest pê kir

Bi beşdariya 44 weşanxaneyên kurdan Pêşangeha Pirtûkan bi merasimekê dest pê kir.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, 5'emîn Pêşangeha Pirtûkan a bi navê 'Şehîd Herekol' li bajarê Qamişloyê dest pê kir. Îsal diruşma pêşangehê "Pirtûk rehjena jiyanê ye" dest pê kir û heta 5'ê gelawêjê (tebax) dê bidome.

Pêşangeha ku ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye organîzekirin tê de 44 weşanxaneyan stand vekirine.

Li gor agahiyên ku hatine belavkirin li dor 130 hezar pirtûkî bi mijarên cuda bi kurdî, erebî, tirkî, farisî, îngilîzî û fransî hatine pêşkêşkirin.

 

Ji bilî pêşkêşkirina pirtûkan dê hin semîner li dar bikevin, nivîskar pirtûkên xwe îmze bikin û her wiha dê belgefîlmê "Waşûkanî" jî bê nîşandayîn.

Serepeyv