Tîrmeh 26, 2021 18:43 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya tekvandoya Îranê hilkişiya fînala pêşbirkên tîmî yên Olempîka Tokyoyê

Tîma neteweyî ya tekvandoya Îranê bi serketina bihêz li hemberî Japonê karî derbasî fînala pêşbirkên tîmî yên Olempîkê bibe.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Li gorî pêşniyara Federasiyona cîhanî ya Tekvandoyê û piştrastkirina Komîteya Navneteweyî ya Olempîkê (IOC) bo cara yekem pêşbirkên tîmî yên hevpar ên tekvandoyê bi awayê ceribandinî di Olempîka Tokyo 2020î da tên lidarxistin.

Tîmên Îran û Çînê bi riya pêşbirkên Kupa cîhanî û hunerên cengê pişk û para beşdariya di van pêşbirkan da bi dest xistin û bi ragihandina federasiyona cîhanî, tîmên Rûsiye, Peravên Acê û Japon jî beşdarî vê yekê bûne.

 

Serepeyv