Tîrmeh 20, 2021 16:37 Asia/Tehran
  • Dirûşmeya Olempîkê guherî; Bileztir, Berztir, Bihêztir - Bi hev ra

Dirûşmeya pêşbirkên Olempîkê guherî û peyva "Bi hev ra" lê zêde bû.

Li gorî rapora ISNAyê, Kongreya Komîteya Navneteweyî ya Olempîkê li bajarê Tokyoyê û bi navbira sê rojan heta mersima vekirina lîstikan hat lidarxistin.

Yek ji biryarên ku di vê kongreyê da hat dayîn, guherandina dirûşmeya pêşbirkan bû.

Dirûşmeya pêşbirkên Olempîkê beiya vêya "Bileztir, Berztir û Bihêztir" bû; Lê niha peyva "Bi hev ra" jî lê zêde bû.

 

Serepeyv