Tîrmeh 18, 2021 10:09 Asia/Tehran
  • Salihî Emîrî: Werzîşkarên Îranê dê bi amadetî bo Olempîka Tokyoyê werin şandin

Serokê Komîteya neteweyî ya Olempîka Îranê destnîşan kir: Werzîşkarên Îranê dê bi amadetî bo Olempîka Tokyoyê bên şandin.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Seyid Reza Salihî Emîrî, Serokê Komîteya neteweyî ya Olempîka Îranê di merasima birêkirina yekem koma werzîşkarên îranî bo Olempîka Tokyoyê ku şeva çûyî li balefirgeha Îmam Xumeynî (re) hat lidarxistin, got: Di Olempîka Tokyoyê da, dê 66 werzîşkarên Îranê beşdar bibin.

Pêşbirkên Olempîka Tokyoyê bi saleke derengiyê ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê dê ji 23ê Tîrmeha 2021ê va bi mazûvaniya Japonê dest pê bikin.

 

Serepeyv