Tîrmeh 14, 2021 18:01 Asia/Tehran
  • Cemxaneyeka 800 salî li Meletiyê hîn li ber xwe dide

Li bajarê Meletiyê yê Tirkiyê cemxaneyek heye ku di salên 1200an (mîladî) de hatiye çêkirin. Lê avahîsaziya wê ew qas xurt e ku heya niha jî xelk diçe wir û merasîman lê encam dide.

Li gorî nûçeya Rûdawê, "Cemxaneya Ocaxa Mezin di sala 1224ê Zayînî de ji aliyê Şêx Hasan Onar ve hatiye çêkirin. Hem ji bajarên Tirkiyê û hem jî ji derveyî vî welatî her sal bi hezaran kes serdana wê cemxaneyê dikin.

Li gundê Onar ser bi bajarokê Erebgirê li parêzgeha Meletîya Tirkiyê nêzîkî 800 sal berî niha yek ji kevintirîn cemxaneyên Tirkiyê hatiye çêkirin û heta niha merasîmên olî têde tên kirin.

Rêberê Gundê Onar Omer Kaygusuz dibêje: “Ji ber wêya yek ji kevintirîn cemxaneyan e li vê derê 4 derî û 40 cîgeh hene, her deriyek jî 10 pêpelûkên wan hene. Yek bi yek bi ser wan

pêpelûkan dikevî û digehî deriyê dawî. Ew çar derî çi ne? Deriyê Şerîetê, Deriyê Terîqetê, Deriyê Me'rîfetê û Deriyê Heqîqetê. Deriyê heq û heqîqetê.”

Cemxaneya Ocaxa Mezin di sala 1224ê Zayînî (621ê Hicrî) de ji aliyê Şêx Hasan Onar ve hatiye çêkirin, ku di heman demê de damezirênerê gund e. Geştyar ji seranserê Tirkiyê û beşeke

zêde ya welatên cîhanê serdana vê cemxaneya dîrokî dikin. Berî Koronayê 5 hezar kesan serdana vê cemxaneyê kirine.

Omer Kaygusuz herwiha got: “Herwiha geştyarên Amerîkî jî hatin vê derê, Japonî hatin, wate ev der şûnwarekî dirokî yê balkêş e. Em niha li cihekî dîrokî ne. Ev stûna ku dibînin jêre dibêjin

dara miradan, dema bi vî awayî hembêz dikin û destê me ji pişt ve digihin hev, dua dikin û duaya me hasil dibe.”

Piştî derbaskirina 4 deriyan digihî nav Cemxaneya Ocaxa Mezin ku 100-120 metre berfireh e û dara qeresiyê di çêkirina wan hemû beşan de hatiye bikaranîn ku bi dar hatine çêkirin.

Cemxane ku cihên pîroz û perestgehên Elewiyan in, sal û nîveke ji ber belavbûna vîrûsa Covid-19ê merasîmên olî li wan nehatine kirin.

Welatî Evren Çop jî got: “Profesorên Zanîngeha Stenbolê û lêkolerên din, wek rêberekî olî behsa Şêx Hesen Onar dikin û dibêjin yekem kes bûye Elewîtî li navçeya Anadolê belav kiriye.”

 

 

 

Serepeyv