Mîhrîcana 7’an a Kurteçîroka Kurdî bi belavkirina xelatan bi dawî bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i327459-mîhrîcana_7’an_a_kurteçîroka_kurdî_bi_belavkirina_xelatan_bi_dawî_bû
Nivîskarê Kurd Merwan Berekat xelata yekemîn a Mîhrîcana 7’an a Kurteçîroka Kurdî wergirt û diyarî koçberên Efrînê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 06, 2021 03:40 Asia/Tehran
  • Mîhrîcana 7’an a Kurteçîroka Kurdî bi belavkirina xelatan bi dawî bû

Nivîskarê Kurd Merwan Berekat xelata yekemîn a Mîhrîcana 7’an a Kurteçîroka Kurdî wergirt û diyarî koçberên Efrînê kir.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Çalakiyên Mîhrîcana 7’an a Kurteçîroka Kurdî ya ku "Yekitiya Nivîskarên Kurd" li Sûriyê di 1’ê Tîrmehê de bi diruşma "Çîrok bang e...xwenasîn û vedeng e" li dar xistiye, bi dawî bûn.

Di 5 rojên mîhrîcanê de ku li hola Zana ya bajarê Qamişloyê hate lidarxistin 40 kurteçîrok hatin xwendin. Nivîskar li gorî şert û mercên Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê danîne, beşdar bûn.

Çalakiyên roja dawî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin, piştre 5 nivîskaran kurteçîrokên xwe xwendin.

Komîteya nirxandinê ya ku ji nivîskar, rexnegir û nivîskaran pêk tê, kurteçîrok nirxandin û 3 kurteçîrokên herî baş hatin xelatkrin.

Nivîskarê ji bajarê Efrîna dagirkirî Merwan Berekat li ser kurteçîroka xwe ya bi navê "Gulfiroş" xelata yekemîn wergirt, nivîskar Kerem Tokoglu û nivîskar Lema Elî  xetala duyemîn wergirtin û nivîskar Qado Şêrîn xelata sêyemîn wergirt.

Yekitiya Nivîksarên Kurd li Sûriyê kesê xelata yekemîn wergirtî, pereyekî milyon û 500 hezar lîreya Sûriyê wek diyarî da û yên xelata duyemîn wergirtine 2 milyon lîreya Sûrî da û xelata sêyemîn jî 500 hezar lîreya Sûriyê da. Lê nivîskarên dîtir jî gelek pirtûk û kulîlk wergirtin.

Lê nivîskar Merwan Berekat ê ku xelata yekemîn a mîhrîcana îsal wergirtiye got ew xelata xwe diyarî koçberên Efrînê yên di kampan de dike.