Tîrmeh 02, 2021 12:59 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê; Hatayê qeleparêzê Amed Sporê transfer kir

Tîma Hatay Sporê ku di Lîga Super de dilîze qeleparêzê Amed Sporê Abdullah Yîgîtler transfer kir.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Serokê rûmetê yê Hatay Sporê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Hatayê Doç. Dr. Lutfu Savaş beşdarî merasima îmzekirina transferê bû.

Qeleparêz Abdullah Yîgîtler roja 20'ê reşemiya 2000î de li Amedê hatiye dinê. Par li Amed Sporê di 29 maçan de qeleya tîmê parast.

Yîgîtler di tîma jêrîn a Amed Sporê de dest bi fûtbolê kiribû. Ji wir çûbû tîma Fenerbahçeyê ku di U17, 19, 21'ê tîmê de lîstibû, paşê derbasî tîma A ya Fenerbahçeyê bûbû. Ji Fenerbahçeyê çûbû Îstanbul Sporê û par transferî Amed Sporê bûbû.

Tê gotin ku Amed Sporê ji bo Yîgîtler 500 Hezar TL pere ji bo bonservîsa wî girtiye.

Li gor Transmarketê buhayê Yîgîtler 125 hezar Euro ye û Hatayê 48 hezar Euro ji bo transferê pere daye. Hatay Sporê ji bo 4 salan ligel Yîgîtler peyman îmze kir.

 

 

Serepeyv