Swîsrayê di penaltiyan de ji Fransayê bir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i327319-swîsrayê_di_penaltiyan_de_ji_fransayê_bir
Di 16 dewreyên dawîn ên 16emîn Şampiyona Futbolê ya Ewrûpayê (EURO 2020) de, Swîsrayê di penaltiyan de bi encama 5-4 ji Fransayê bir û derbasî çarêkfînalê bû. Di dema asayî ya pêşbirkê û dema zêdekirî de lîstik bi encama 3-3 bidawî bûbû
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 29, 2021 12:25 Asia/Tehran
  • Swîsrayê di penaltiyan de ji Fransayê bir

Di 16 dewreyên dawîn ên 16emîn Şampiyona Futbolê ya Ewrûpayê (EURO 2020) de, Swîsrayê di penaltiyan de bi encama 5-4 ji Fransayê bir û derbasî çarêkfînalê bû. Di dema asayî ya pêşbirkê û dema zêdekirî de lîstik bi encama 3-3 bidawî bûbû

Şeva Duşemê Fînalîsta EURO 2016 û Şampiyona Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018, Fransa û tîma Swîsreyê di çarçoveya lîstikên gera 16an a Euro 2020 de li Stada Neteweyî ya Buxarêsta Romanyayê derketin hemberî hev.

Steven Zube di xûleka 15 û 81 Haris Seferovic du gol ji Swîsreyê re tomar kirin û di xûleka 90-an de Mario Gavranovic jî golek ji Swîsrayê lêxst.

Di xûlekên 57 û 59mîn de Karim Benzema du gul ji Fransayê tomar kirin û di xuleka 75an de jî stêrkê Fransî Paul Pogba golek ji welatê xwe li xist.

Bi vî awayî Fransa û Swîsra bûn 3-3. 

Piştre herdu tîman bo dema 30 xûlekan di dema zêde de berdewamî dan pêşbirka xwe, lê ti aliyekî nekarî gola serkeftinê tomar bike û rewş gihîşt lêdana penaltiyan.

Ji bo tîma Swîsreyê, Gavranovic, Schar, Akanji, Vargas û Mehmedi penaltî lêxistin û topên xwe kirin gol.

Bo tîma Fransayê jî, Pogba, Giroud, Thuram û Kimpembe û Mbappe penalty lêdan lê Mbappe nekarî topa xwe bike gol û bi vî awayî Swîsreyê bi encama 5-4 lîstik bir û bo qonaxa çarêkfînalê serket.

Biryar e roja 2ê Tîrmehê û di saet 19:00 de tîma Swîsreyê bi tîma Spanyayê re bilîze.