Îran; di pêşbirkên guleştê yên Tirkiyê de bû duyemîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i327274-Îran_di_pêşbirkên_guleştê_yên_tirkiyê_de_bû_duyemîn
Tîma hilbijartî ya guleşta azad a Îranê bû berqehremana (duyem) a tûrnûvaya navneteweyî ya Kûpa Yaşar Dogu ya Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 27, 2021 17:06 Asia/Tehran
  • Îran; di pêşbirkên guleştê yên Tirkiyê de bû duyemîn

Tîma hilbijartî ya guleşta azad a Îranê bû berqehremana (duyem) a tûrnûvaya navneteweyî ya Kûpa Yaşar Dogu ya Tirkiyê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a ISNAyê di roja Yekşemê de, tîma hilbijartî ya guleşta azad a Îranê 5 mêdalên zêr, medalek zîv û 3 medalên tûnc bi dest xwe xistin û karê xwe di pêşbirkên guleşta azad a navneteweyî ya Kûpa Yaşar Dogu ya Tirkiyê de qedand.

Di pileya tîmî de, Tirkiyê bi 171, Îranê bi 153 û Gurcistanê bi 93 pûanan bûn yekemîn heta sêyemîn.

Pêşbaziyên navneteweyî yên guleşta azad a Kûpa Yaşar Dogu ya Tirkiyê roja Înê bi pênc giraniyên(weznên) yekem li Stenbola Tirkiyê dest pê kir û îro (Yekşem) bidawî bû.