Serokê Komîteya Navneteweyî ya Olempîka Îranê: Em amade ne ku herîpirr di Olempîkê da beşdar bibin
Hezîran 26, 2021 15:37 Asia/Tehran
Serokê Komîteya Neteweyî ya Olempîka Îranê destnîşan kir: Werzişa Îranê amadeyî beşdariya herîpirr li Olempîka Tokyoyê ye.
Seyid Reza Salihî Emîrî, Serokê Komîteya Neteweyî ya Olempîka Îranê di hevpeyîvîna taybet digel ajansa IRAN Pressê da li kêleka vekirina hefteya çandî ya Olempîka 1400î li navenda çandî ya Ebas Abada Têhranê, got: Komîteya neteweyî ya Olempîka Îranê ji derdora 2 sal û nîvan berê va li kêleka damezirandina erkantiya werzişa qehremaniyê, erkantiya çandî jî damezirand.
Serokê Komîteya Neteweyî ya Olempîka Îranê her wiha got: Jibo çalakiyên çandî li Olempîka Tokyoyê, karwanekî mezin ê çandî hat danasîn ku li Têhran û Tokyoyê bixebite.