Stranbêj Kemal Pîr Miço koça dawî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i327099-stranbêj_kemal_pîr_miço_koça_dawî_kir
Stranbêjê navdar ê Kurdên Êzidî Kemal Pîr Miço îro li Almanyayê koça dawî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 19, 2021 04:09 Asia/Tehran
  •  Stranbêj Kemal Pîr Miço koça dawî kir

Stranbêjê navdar ê Kurdên Êzidî Kemal Pîr Miço îro li Almanyayê koça dawî kir.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Stranbêj Kemal Pîr Miço ku ev heyamek e ji ber nexweşiyeke demdirêj li Almanyayê çareserî werdigirt, îro koça dawî kir.

Kemal Pîr Miço ku kurê hunermendê bi nav û deng ê çiyayê Şingalê Pîr Giro bû, sala 1975an li gundê Dihola yê ser bi nahiya Sinûnê ve li bakurê çiyayê Şingalê ji dayîk bûbû.

Ew stranbêjê Kurd ê Êzidî li Almanyayê dijî û bavê 3 zarokan bû.

Kemal Pîr Miço li Almanyayê dest bi karê hunerî kiribû û derdora 10 stranên wî hene.