Hezîran 13, 2021 15:27 Asia/Tehran
  •  Pêşbirka Danîmarka-Fînlandiyayê - Lîstikvanê Danîmarkayê ji erdê ranebû, pêşbirk betal bû, dîsa hat lîstin

Di pêşbirka Fînlandiya Danîmarkayê de lîstikvanê Danîmarkayê Chiristian Eriksen ji nişke ve li erdê ket û ranebû. Peywirdarên tenduristiyê ketin sehayê û masaja dil kirin. UEFA'yê pêşbirk betal kir.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Euro 2020 divê par li dar biketa lê ji ber pandemiyê hat betalkirin. Pandemî gelek bername tevlihev kirin, bandorek mezin li fûtblê jî kir. Loma her pirsgirêk dertên. Duh ji wan bû. Di pêşbirka Danîmarka-Fînlandiyayê de li sehayê lîstikvan Eriksen ji nişke ve li ber xêza tacê jixwe çû. Endamên tenduristiyê demek dirêj destwerdana dil kirin û paşê bi sedyeyê ew birin hundir.

Hat ragihandin ku lîstikvan Eriksen li ser hişê xwe ye lê hê jî rewşa wî krîtîk e.

UEFA'yê piştî demek biryar da ku pêşbirk ji cihên mayî, yanê ji deqîqeya 42'yan ve bidome û pêşbirkê dest pê kir. Di pêşbirkê de Danîmarka li pêş bû lê Fînlandiya bi ser ket. Di deqîqeya 72'yan de li ser navê Fînlandiyayê Pohjanpalo golek avêt û pêşbirk bi vî awayî bi dawî bû.

Wekheviya Galler (Wels) û Swîsreyê

Piştî pêşbirka Tirkiye û Îtalyayê ya pêr di Koma A de pêşbirka din duh bû. Galler (Wels) û Swîsre hatin hemberî hev. pêşbirk li Bakuya Azerbaycanê hat lîstin. Swîsre bi Breeal Embolo di deqîqeya 49'an de bi 1-0 derket pêş. Galiyan di deqîqeya 74'an de bi Kieffer Moore bersiv da û pêşbirk bi 1-1'ê bi dawî bû.

Di encama pêşbirkên yekemîn ên komê de Îtalya bi 3 puenan di rêza yekemîn, Galler û Swîsre her yek xwedî puenek e û Tirkiyeyê hê puen negirtine.pêşbirka din a îro di navbera Belçîka û Rusyayê de ye. pêşbirk li gor saeta Tirkiyeyê di saet 22.00'an de tê lîstin.

Serepeyv