May 05, 2021 10:03 Asia/Tehran
  • Li Bateya Şirnexê; Ev 300 sal in ew destnivîsên Melayê Bateyî diparêzin

Destnivîsên Melayê Bateyî ku herî zêde bi Mewlûda Kurdî tê nasîn, 300 sal in li gundê wî têne parastin. Gundiyên ku xwe wekî neviyên Bateyî pênase dikin, wan berheman hêja û pîroz dibînin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê ji zarê Mezopotamyayê (MA), Lezgin Akdeniz - Bilal Gezer nivîsîne: Tê texmînkirin ku Melayê Bateyî di navbera salên 1670 û 1750’an de li gundê Bate yê Elkê ku wê demê girêdayî Hekariyê (niha navçeya Şirnexê ye) bû ji dayik bûye û li wir jiyaye. Niha jî tirba wî li gundê Bateyê ye û bo civakê cihekî pîroz e. Melayê Bateyî, alim û yek ji wêjevanên baş ê kurdan e. Di mijara wêjeyî, olî, civakî û tenduristiyê de pispor û şareza bûye. Bi taybetî jî bi jiyana xwe ya civakî alimiya civakparêz û kurdewar nîşan daye. Li dijî her cure neheqî, kedxwarî û serdestiyê têkoşiyaye.

25 BERHEM

Melayê Bateyî, ji bilî berhema xwe ya herî navdar Mewlûda Kurdî, derbarê gelek mijarên civakî û bi jiyanê ve têkildar berhemên cuda jî nivîsîne. Hinek ji wan heta roja me hatibin jî aqûbeta hinekan ji wan nediyar e. Tê gotin ku li derdora 25 berhem nivîsîne. Mewlûda Kurdî, Dîwan, Hemahîl, Keşkol berhemên wî yên sereke ne.

XEZÎNEYEKE DÎROK

Di dîroka wêjeya klasik a kurdî de destnivîsên kêm wêjevanên klasîk xwe gihandine roja me. Ji ber wê, peydakirina destnivîsên wêjeya klasîk a kurdî wekî peydakirina xezîneyên dîrokî tê dîtin. Yek ji van xezîneyan jî destnivîsên Mewlûda Kurdî ya Mela Husênê Bateyî ye.

‘BO ME XEZÎNEYE’

Li gor angaşt û daneyan ev destnivîs ji 300 salan zêdetir e li gundê Bateyê ku Melayê Bateyî ji wê derê ye ji aliyê nevî û nasên wî ve bi rengekî xezîneyeke pîroz a dîrokî tê parastin. Ji nasên Melayê Bateyî mela Nûrî Guzel derbarê mijarê de wiha dibêje: “Em wekî nevî û nasên wî tên nasîn. Bi sedan salan e dapîr û bapîrên me li vî gundî jiyane. Û li gor ragihandina wan û yên ji wan re ragihandine baş dizanin ku ev destnivîs aîdê Mewlûda Mela Husênê Bateyî ne û bi destê wî bi xwe hatine nivîsandin. Ji bilî Mewlûdê çend berhemên wî yên din jî hene. Ji bo ku zerarek neyê van destnivîsên wî em wan di cihên taybet ên herî guncav de diparêzin.”

Mela Nûrî diyar dike ku berhemên Melayê Bateyî ji bo wan pîroz in û wiha dibêje: “Berhemên Melayê Bateyî dîrokî ne, mîrasên wî ne, ku ji me re wekî emanet hiştiye. Ji ber wê jî ji bo me gelek hêja û pîroz in.”

 

 

Serepeyv