Xwenîşandana dijî sîyaseta leşkerî ya YEyê û şerê himber Ûrsêtê li Vîyenê
Bi sedan kesên dijî sîyaseta şerxwazî ûleşkerî ya YEyê u şerê dijî Ûrsêtê, li şarê Vîyen paytexta Otrîşê daketin kolanan.
Nerazîyên ku wek berteka himber kiryara YEyê ya bi navê Tevgera Aştîyê alaya Otrîşê û pankardên ``Na Bo NATOyê``, ``Na Bo Şerê Dijî Ûrsêtê`` û ``Ewrûpa divê aştîxwaz Be``rakiribûn, ragihandin ku dewleta Otrîşê berovajî bêalîbûna ku di qanûna bingehîn a vî welatî da hatîye u gelê vî welatî jî hejî aştîyê dike, pêngavan radike.
Tê gotin ku Ewrûpa hewil dide bûceya leşkerî u berevanîyê zêde bike ku ev yeka ev parzemîna xwe ji bo sekinîna hibmer Ûrsêtê ya di siberojê da amade dike.
Muzakirekerên Konse u Parlimana Ewrûpayê roja înîyê têkildarî plana pîşeyên berevanîya Ewrûpayê bi awayekî berayî li hev kirin ku milyardek u 500 milyon Euro ji bo dewra salên 2025- 2027ê were terxankirin.