Nîsan 21, 2021 12:59 Asia/Tehran
  • 1ê Ordîbihiştê; Roja rêzgirtina li Seidî

21ê Nîsanê (1ê Ordîbihiştê) roja rêzgirtina li Seidî, helbestvanê binavûdeng ê îranî ye.

Muslih ul-dînê Şîrazî nasyar bi Seidî, helbestvanê mezin ê îranî yê farsîbêj sala 606an a koça heyvî li Şîrazê (başûrê Îranê) ji dayîk bû.

Seidî zêdetirî 20 salan ji emrê xwe bi gerrê derbas kir.

Wî sala 655an a koça heyvî dîwana helbestan a Bûstanê (Seidîname) û saelek din jî pirtûka pexşan û zengîn a wêjeya farsî anku Gulistan nivîsî.

Seidî sala 691ê ya koça heyvî koça dawî kir û merzela wî li Şîrazê ji mêj va cihê seredana cîhangerran bûye.

Her salê rêûrisma rêzgirtina li Seidî, helbestvanê binav ê îranî li welatên cûrbecûr ên cîhanê tê lidarxistin.

 

Serepeyv