Boksa xortên cîhanê; Kapîtana Îranê di bereberê bidestxistina mîdalê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i325705-boksa_xortên_cîhanê_kapîtana_Îranê_di_bereberê_bidestxistina_mîdalê
Kapîtanê Tîma Boksa xoertan a Îranê hilkişiya qonaxa çarîk fînalê ya Pêşbirkên qehremaniya cîhanê û di bereberê wergirtina mîdalê da ye,
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2021 05:46 Asia/Tehran
  • Boksa xortên cîhanê; Kapîtana Îranê di bereberê bidestxistina mîdalê

Kapîtanê Tîma Boksa xoertan a Îranê hilkişiya qonaxa çarîk fînalê ya Pêşbirkên qehremaniya cîhanê û di bereberê wergirtina mîdalê da ye,

Li gorî rapora IRNAyê, Ferhad Muradî di girankiya 69 kg da li roja şeşem a van pêşbirkan di rora yekem da boksorê ji Lêtûniyê ji sser riya xwe rakir û di rora heşt yeka fînalê da çû pêşberê Asxar Candos ji Moxolostanê û ji wî jî bir.

Bi vî awayî Ferhad Muradî di 69 kg da û seyid Elî Seyid Sedrî di 91 kg da du boksorên Îranê ne ku nêzik e mîdala cîhanî werbigirin.

Pêşbirkên Boksa xortên cîhanê ji hefteya borî da li bajarê Kilîtsa Polonyayê (Lehistan) dest pê bûye û dê bi qasî 11 rojan were domandin.,