Îran bû mazûvana Hendbola Şampiyoniyê ya Asyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i325441-Îran_bû_mazûvana_hendbola_Şampiyoniyê_ya_asyayê
Bi ragihandina Konfederasyona Hendbolê ya Asyayî, Îran wê di Çile 2022 de mazûvaniya pêşbirkeyên mêran a vê parzemînê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 07, 2021 13:49 Asia/Tehran
  • Îran bû mazûvana Hendbola Şampiyoniyê ya Asyayê

Bi ragihandina Konfederasyona Hendbolê ya Asyayî, Îran wê di Çile 2022 de mazûvaniya pêşbirkeyên mêran a vê parzemînê bike.

Li gorî IRNAyê, bi ragihandina Konfederasyona Hendbol a Asyayê, Îran bi fermî dê mêvandariya tûrnûvaya hendbol a herî girîng û bi prestîj a Asyayê bike.

Vê dawiyê, Federasyona Hendbola Îranê nameyek ji Konfederasyona Federasyona Hendbol a Asyayê re şand, ku bi fermî amadebûna xwe ji bo mazûvaniya çaremîn a Şampiyoniya Hendbolê ya Mêran a Asyayê ragihand.

Karbidestên Federasyona Hendbol a Îranê jibo mazûvanîya tûrnûvaya hendbol a Asyayî ya herî girîng û bi prestîj muzakire û şêwirmendîyên xwe yên dijwar domandin ku piştî têkilî û şopandinên rayedarên federasyona  Îranê digel karbidestên Asyayî, îro (Sêşem) Federasyona Hendbol a Asyayê bi fermî Îran wekî mazûvanê tura bîstan a Şampiyoniya Hîndbol a Mêran a Asyayê û hilbijartina pêşbaziyên cîhanî yên 2023 ya Swêd-Polonya da nasandin. 

Li gorî nexşeya hatî ragihandin, ev pêşbirk dê di Çile 2022 de werin lidarxistin.