Adar 10, 2021 22:09 Asia/Tehran
  • Li Qamişloyê cil û bergên Kurdî bi boneya Roja Cil û berên Kurdî hatin pêşandan

Bi boneya Roja Cil û Bergên kurdî îro Komîna Rojava a Govendan li navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hûnerê ya li bajarê Qamişloyê cil û bergên kurdî pêşandan.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Jin û mêrên ku beşdar bûbûn, cilên kurdî yên ji tevahiya herêman li xwe kiribûn.

Pêşandana cil û bergan bi gotina endamê Rêveberiya Komîna Kurdistana Sûriyê ya Govendan Ridwan Kêret ê ji pêkhateya ereb dest pê kir û got: "Di vê rojê de min xwest ez cilên kurdî li ber xwe bikim, ji ber ku  ez ji biratiya gelan li bajarê xwe hez dikim û bandora vî cilî gelekî li ser dilê min heye."

Lêkolîner û wêjevanê Kurd Salih Heydo jî axivî û Roja Cil û Bergên Kurdî li  hemû beşdaran pîroz kir û îşaret bi girîngiya cil û bergên kurdî, cudabûna cil û bergên kurdî yên di navbera herêmên cûrbecûr ên kurdnişîn de kir, nexasim li Kurdistana Sûriyê.

Salih Heydo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya parastina mîrateya cil û bergên kurdî û destnîşan kir ku çanda wan vedigere beriya 4 hezar salan.

Piştî axaftin bi dawî bûn, cil û bergên kurdî ku ji hemû herêmên kurdnişîn ji aliyê jin û mêrên beşdar bûbûn ve hatin pêşandan."


 

Serepeyv