Akademiyekî futbolê li sînorê Soranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i324071-akademiyekî_futbolê_li_sînorê_soranê
Bi serpereştiya mamostayên navxwe yên futbolê ve vê dawiyê akademiya futbolê ya Sinûr li qeza Soranê ji bo keç û xortên Herêma Kurdistanê hate vekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 13, 2021 14:03 Asia/Tehran
  • Akademiyekî futbolê li sînorê Soranê

Bi serpereştiya mamostayên navxwe yên futbolê ve vê dawiyê akademiya futbolê ya Sinûr li qeza Soranê ji bo keç û xortên Herêma Kurdistanê hate vekirin.

Rahênerê fêrgeha akademiya werzişî ya Sinûr li Soranê Helale Feysel vê dawiyê ragehand: ‘’Di berdewama kar û çalakiyên werzişî de me yekem car li qeza Soran akademiya futbolê ya Sinûr bi serperestiya mamostayên pispor ên navxwe û biyanî ve vekir, ku werzişvanên herçar qezayên sînorê Soranê dikarin rol tê de bibînin û di vê fêrgehê de ezmûn werbigrin.’’

Wî herwaha got: ‘’Fêrgeha akademiya werzişî ya futbolê ya Sinûr taybet dibe bi rahênana werzişvanên keç û xort. Herwaha temenê fêrxwazan di navbera 6 salî heta 16 salî de dibe. Fêrkariya vê navenda werzişî ji roja 07.02.2021ê despê kiriye ku fêrxwaz dikarin ji bo fêrbûna futbolê navê xwe qeyd bikin û dewra fêrbûnê bibînin.