Qamişlo - Helbestvanê amûdî Deham Hesen koça dawî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i323587-qamişlo_helbestvanê_amûdî_deham_hesen_koça_dawî_kir
Duh Çarşemiyê, helbestvanê Kurd Dehan Hesen (75) ji ber nexweşiyê li bajarê Qamişlo koça dawî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2021 04:32 Asia/Tehran
  • Qamişlo - Helbestvanê amûdî Deham Hesen koça dawî kir

Duh Çarşemiyê, helbestvanê Kurd Dehan Hesen (75) ji ber nexweşiyê li bajarê Qamişlo koça dawî kir.

Helbestvan Deham Hesen ku sala 1946`an hatiye dine, ji şêniyên bajarê Amûdê ye û lîsansa bi zimanê erebî standiye.

Deham Hesen di temenekî biçûk de bi zimanê erebî dest bi nivîsandina helbestê kiriye, her wiha çîroknivîs û nivîsên derbarê fikir û siyasetê de nivîsandine.

Pirtûkek wî bi navê “Di raman, çand û siyasetê de neynik” heye û ji komeke lêkolînên fikirî û siyasî pêk tê. Her wiha gelek helbest û nivîsên wî di gelek rojname, kovar û malperan de hatine weşandin.