Şirnex - Dengbêj Cemalê Mihê mir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i323331-Şirnex_dengbêj_cemalê_mihê_mir
Dengbêj Cemalê Mihê ku pêr li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê rewşa wî giran bûbû û rakiribûn Amedê, duh wefat kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 19, 2021 06:59 Asia/Tehran
  • Şirnex - Dengbêj Cemalê Mihê mir

Dengbêj Cemalê Mihê ku pêr li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê rewşa wî giran bûbû û rakiribûn Amedê, duh wefat kir.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Dengbêj Cemalê Mihê (Bi navê li nasnameyê Cemay Aldin) ev demek bû ji ber kansêra pişikê dihat dermankirin, lê ligel hemû hewldanan jî baş nebû û duh wefat kir.

Dengbêj Cemalê Mihê di sala 1957'an de li gundê Kavilê Kalo ya girêdayî Dêrgula Şirnexê hatibû dinê.

Cemalê Mihê yek ji dengbêjên navdar ên Botanê bû. Ji wî stranên wekî "Seydik", "Mîranê", "Keçkê Dînê", "Hey lo Delal" bo muzîka kurdî wekî mîrate man.

Cenazeyê wî dê li Şirnexê bê definkirin.