Çarîk fînalîstên Kûpaya Tirkiyê diyar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i323239-Çarîk_fînalîstên_kûpaya_tirkiyê_diyar_bûn
Ji bo Çarîk Fînala Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyê ya serdema 2020-2021 pişke hat kişandin û reqîb diyar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 16, 2021 05:13 Asia/Tehran
  • Çarîk fînalîstên Kûpaya Tirkiyê diyar bûn

Ji bo Çarîk Fînala Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyê ya serdema 2020-2021 pişke hat kişandin û reqîb diyar bûn.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Ji bo Çarîk Fînala Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyê ya serdema 2020-2021 pişke hat kişandin û reqîb diyar bûn.

Ji bo çarîk fÎnalê îro pişke hat kişandin û encam wisa çêbû:

- Sivas - Antalya

- Galatasaray - Alanya

- Konya - Beşiktaş

- Fenerbahçe - Başakşehir

Pêşbirkên çarîk fînalî dê rojên 9-10-11'ê reşemiyê bêne lîstin. Pêşbirkek tê lîstin. Tîmên bi ser bikevin dê derbasî nîv fînalê bibin.

Nîv fînal dê wisa be:

Serketiyen pêşbirkên Sivasspor - Antalyaspor  û Galatasaray - Alanyaspor dê bibin reqîbên hev.

Li aliyê din jî dê serketiyên Konyaspor - Beşiktaş û Fenerbahçe - Başakşehir bibin reqîbên hev.

Çawa hatin vir?

Ji tîman Galatasaray bi penaltıyan Malatya, Konyayê Gaziantep, Başakşehirê Tuzla, Beşiktaşê Rize, Alanyayê Erzurum, Fenerbahçeyê, Kasimpaşa, Antalyayê Bursa, Sivasê Adana Demir têk biribû û hatibûn çarîk fînalê.