Anîmasiyona îranî xelata mihrîcana Mafên Mirovan a Urdinê wergirt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i323071-anîmasiyona_îranî_xelata_mihrîcana_mafên_mirovan_a_urdinê_wergirt
Fîlma îranî ya Hebûb (Haboob) xelata baştirîn anîmasiyona Mihrîcana mafên Mirovan a Kerameta Urdinê bi dest xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 10, 2021 12:46 Asia/Tehran
  • Anîmasiyona îranî xelata mihrîcana Mafên Mirovan a Urdinê wergirt

Fîlma îranî ya Hebûb (Haboob) xelata baştirîn anîmasiyona Mihrîcana mafên Mirovan a Kerameta Urdinê bi dest xist.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRNAyê, Di yazdehemîn dora mihrîcana fîlmên mafên mirovan a Kerametê (Karama Human Rights Film Festival) ku bi awayê online li welatê Urdinê hat lidarxistin da, anîmasiyona Haboob'ê bi derhêneriya Mehsa Samanî karî xelata baştorîn fîlma anîmasiyon a vê mihrîcanê werbigire.

Di vê mihrîcanê da 30 fîlm beşdar bûbûn.

Di kurtedanasîna anîmasiyona îranî ya Haboob'ê da hatiye: Bav û keçek di halê derbaskirina jiyana xwe ne ku li derdora wan tiştin diqewimin û wenda dibin û jiyana wan tûşî kêşeyê tînin û di dawî da ewna bixwe jî wenda dibin..."