Nûnerên Îranê hilkişiyan Nîvfînala qehremaniya cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i321841-nûnerên_Îranê_hilkişiyan_nîvfînala_qehremaniya_cîhanê
Dadweriya qonaxa seretayî ya pêşbirkên online yên qehremaniya cîhanê ya Pûmseyê-2020 (cûreke tekvandoyê) roja Îniyê, 27ê Mijdarê bi dawî hat û nûnerên Îranî karîn hilkişin qonaxa nîvfînala van pêşbirkan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2020 05:32 Asia/Tehran
  • Nûnerên Îranê hilkişiyan Nîvfînala qehremaniya cîhanê

Dadweriya qonaxa seretayî ya pêşbirkên online yên qehremaniya cîhanê ya Pûmseyê-2020 (cûreke tekvandoyê) roja Îniyê, 27ê Mijdarê bi dawî hat û nûnerên Îranî karîn hilkişin qonaxa nîvfînala van pêşbirkan.

Li gorî rapora ISNAyê, Pêşbirkên onlinen ên qehremaniya cîhanê ya Pûmsseyê-2020 bi beşdariya 401 kesan ji 79 welatên cîhanê di du beşên takekesî, standard û xuliqandî da ji roja 16ê Mijdarê heta 5ê Mijdarê bi awayê online hat lidarxistin.

Di dawiya vê dorê da Mercan Selehşûrî, Nesteren Melikî, Necis Şerîfî û Raziye Hesenlû di koma jinan da û Emîrreza Mêhreban, Hemîd Nezerî, Muhemed Teqî Hatemî, Nadir Xodamuradî, Mensûr Xanedan û Kûroş Bextiyar di koma mêran da karîn hilkişin qonaxa nîvfînalê.