Cotmeh 22, 2020 14:48 Asia/Tehran
  • 22ê Cotmehê Salvegera koça dawî ya helbestvanê gewre yê kurd; Cegerxwîn

Îro 22ê Cotmehê salvegera 36an a koça dawî ya Şêxmûs Hesen bi nasnavê Cegerxwîn helbestvanê binavûdeng ê Kurd e.

Cegerxwîn sala 1903 li gundekî bi Hesarê yê ser bi Êlihê (Batman) ji dayîk bûye û 22’ê Cotmeha sala 1984’an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û koça dawî kiriye.

Cegerxwîn di hewşa xaniyê xwe de li bajarê Qamişloyê hatiye definkirin.

Zarokên wî yên ku li dû xwe hiştine du kur û çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Beniye, Selam. Neviyên wî 26 kes in.

Seydayê Cegerxwîn gelek pirtûk û helbest li pey xwe hîştine. Navên berehmên çapkirî yên Cegerxwîn wiha ne:

Berhemên Cigerxwîn ên çapkirî evin:

1- Dîwana yekem- 1941 Şam

2- Cîn û Gulperî- Çîroka yekem 1948 Şam

3- Dîwana duyem Sewra Azdî 1954 Şam

4- Reşoyê Darê, çîroka duwem 1956 Şam

5- Gotinên pêşiyan 1957 Şam

6- Destûra zimanê kurdî 1961 Bexda

7- Ferheng, beşê yekem 1962 Bexda

8- Fereheng beşê duwem 1962 Bexda

9- Dîwana siyem Kî me Ez? 1973 Beyrûd

10- Salar û Mîdya 1973 Beyrûd

11- Dîwana çara: Ronak 1980 Stokholom

12- Dîwan pênca: Zend Avesta 1981 Stokholom

13- Dîwana şeşa: Şefeq 1982 Stokholom

14- Dîwana hefta:Hêvî 1983 Stokholom

15- Dîwan heşta: Aşitî 1985 Stokholom

16- Tarîxa Kurdistan I 1987 Stokholom

17- Tarîxa Kurdistan II 1987 Stokholom

18- Folklora kurdî 1988 Stokholom

19- Jînenêgeriya min 1995 Stokholom

20- Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanê 1995 Stokholom

 

Serepeyv