Hevrikiya navbera tîma fûtbola Îranê û ya Maliyê îbtal bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i320561-hevrikiya_navbera_tîma_fûtbola_Îranê_û_ya_maliyê_îbtal_bû
Hevrikiya navbera tîma neteweyî ya fûtbola Îranê û ya Maliyê ji ber ku çend lîstkvanên tîma vî welatî bi koronayê ketine îbtal bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 19, 2020 15:20 Asia/Tehran
  • Hevrikiya navbera tîma fûtbola Îranê û ya Maliyê îbtal bû

Hevrikiya navbera tîma neteweyî ya fûtbola Îranê û ya Maliyê ji ber ku çend lîstkvanên tîma vî welatî bi koronayê ketine îbtal bû.

Îro sêşemê li gor ragihandina Fedrasiyona Fûtbolê ya Îranê ku Fedrasiyona Tirkiyê jî ew piştrast kir, hevrikiya îro ya dostane ku biryar bû di navbera Tîma Neteweyî ya Fûtbola Îranê û Maliyê li derbiketa, lê ji ber ku îsbat bû çar lîstkvanên tîma Maliyê bi Koronayê ketine û jimara lîstikvanên wê nagihêje asta lîstikê, ev hev rikî îbtal bû. 

Tîma Neteweyî ya Îranê piştî serketina bi 2-1 li hemberî Uzbekistanê  ku Serdar Azmûn û Mehdî Taremî lêxistibûn  ji bo hevrikiya bi tîma fûtbolê ya neteweyî ya Maliyê çû Tirkiyê, lê piştî îbtalbûna vê hevrikiyê, Tîma Îranê dewrek meşq û rahênanê li bajarê Antalyaya Tirkiyê li dar xist.