Cristiano Ronaldo bi Covid-19ê ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i320432-cristiano_ronaldo_bi_covid_19ê_ket
Yarîzanê Portugalî Cristiano Ronaldo bi vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2020 06:57 Asia/Tehran
  • Cristiano Ronaldo bi Covid-19ê ket

Yarîzanê Portugalî Cristiano Ronaldo bi vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) ket.

Federasyona Futbola Portugalê ragihand ku encama testa Koranayê ya  Cristiano Ronaldo pozîtîv bûye.

Di daxuyaniya Federasyona Futbola Portugalê hatiye gotin ku Ronaldo ji bo amadekariyên Lîga Navnetewî ya UEFAyê di kampa tîma Portugalê de bûye û encama testa wî ya koronayê pozîtîv derketiye.

Hat zanîn ku rewşa Ronaldo baş e, û ti semptomên coronayê pê re çênebûne, lê ew niha di karentînê de ye.

Piştî encama testa Ronaldo pozîtîv bûye test ji bo tevahiya yarîzanên tîma Portugalê yên di kampê de ne hate kirin. Ji bilî ya Ronaldo testa ti yarîzanekî din pozîtîv nebûye.