Derxistina sê kûrsên werzişî ji nav lîstikên Peravê yên Asyayê
Cotmeh 05, 2020 18:46 Asia/Tehran
Peyman Fexrî serberpirê karwanê lîstikên Asyayî yên peravê yên sala 2021 diyar kir ku sê kûrsên werzişê ji nav lîsteya lîstikên Peravê yên Asyayê tên derxistin.
Fexrî got : Pir muhtemel e ji ber pêşewazînekirina welatan ji van kûrsên hanê bûye sebeb ku Konseya Olepîka Asyayê (OCA) biryareke wiha bigire.
Wî got: Pêlsiwarî, Wûûdbal û Bavanî ew sê kûrsên werzişê ne ku ji nav lîsteya werzişên peravê ku 19 kûrsên hatin derxistin û niha 16 kûrs mane.
Li gor Biryara Erkana Bilind a Lîstikên Olempîk û Asyayê ya Îranê ti kîjan ji van kûrsên hatine derxistin di nav wan 10 kûrsên ku Îranê tê de nûnerên xwe hene, nînin.