Îlon 30, 2020 23:34 Asia/Tehran
  • Festîvala fîlman a Penaberan hate betalkirin

"Halklarin Koprusu Derneği" (Komeleya Pira Gelan) ku li Îzmîrê xebatên xwe didomîne îsal dê duyemîn car Festîvala Penaberan a Navneteweyî li dar bixista; Lê ji ber Vîrûsa Koronayê ew betal kirin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, "Heta niha ji ber serdema pandemiyê gelek çalakî û festîval hatine betalkirin, niha yeka din jî li wan hate zêdekirin.

Festîvala Penaberan a Navneteweyî par di navbera 17-20'ê avrêlê de li Îzmîrê li dar ketibû. Îsal duyemîn car rojên 14-18'ê avrêlê li heman demê dê li dar biketa lê ji ber Vîrûsa Koronayê hat taloqkirin. Niha ragihandin ku bi temamî festîval betal kirine.

Li gorî daxuyaniya Komeleya Pira Gelan, îsal 42 fîlm di nav bernameyê de hebûn û biryar e ku sala bê di meha avrêlê de festîval li dar bikeve."

 

 

 

Serepeyv