Zilamê duyem ê guleştê li Olempîk tûşî Koronayê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i319673-zilamê_duyem_ê_guleştê_li_olempîk_tûşî_koronayê_bû
Berqehreman (zilamê duyem) ê guleşta azad yê Olempîk bi vîrûsa Koronayê ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 19, 2020 13:18 Asia/Tehran
  • Zilamê duyem ê guleştê li Olempîk tûşî Koronayê bû

Berqehreman (zilamê duyem) ê guleşta azad yê Olempîk bi vîrûsa Koronayê ket.

Li gor IRNA, Mesûd Mistefa Cokar niha ji ber Koronayê li nexweşxanekê hatiye razandin.

Ew li Olepîka 2004 a Atinayê hilkişiya ser pileya duyem a guleşta azad û niha perwerdekarê tîma neteweyî ya Îranê li guleşta azad e.

Berî wî Husên Nûrî endamê tîma neteweyî ya guleşta ferengiya Îranê ku xwediyê medala tûnc a cîhanê ye û Muhemed Reza Taliqanî endamê taxima serokatiyê ya fedrasiyona guleştê bi vîrûsa Koronayê ketibûn.