Tebax 14, 2020 12:30 Asia/Tehran
  •  Destpêk û sivdera Keleha Zerzewanê ya 1800 salî hat dîtin

Di xebatên lêkolînê yên li Keleha Zerzewanê ya li Çinara navçeya Diyarbekirê ye da destpêka kelehê ya 1800 salî hat dîtin. - "Par 450 hezar turîstên herêmî û biyanî hatin ziyareta kelehê. Heke pandemî çênebûya îsal em benda milyonek kesî bûn."

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Destpêka Keleha Zerzewanê ya li Çinara navçeya Diyarbekirê ya di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire di xebatên kolandinê da derket li ser rûyê erdê.

Li Keleha Zerzewanê ya li taxa Demîrolçeka ku 13 kilomêtro dûrî navçeyê ye û di serdema Romayê da wekî "qada leşkerî" hatiye xebitandin bi serokatiya Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyê  6 sal in xebatên arkeolojiyê dewam dikin.

Xebat bi hevkariya Walîtiya Diyarbekirê, Qaymeqamtiya Çinarê, Zanîngeha Dîcleyê, Şaredariya Mezin a Diyarbekirê, Yekîtiya Acentayên Seyahatê ya Tirkiyê, Safîr Tuz û Saziya Kar a Tirkiyê va tê meşandin.

Bermahiyên kelehê li ser 60 donim erdî ava bûye, bilindahiya wê 12-15 mêtro ye û kavilên sûra wê jî hezar û 200 mêtro dirêj e. Qûleyên çavdêrî û parastinê yên kelehê 21 mêtro bilind in. Keleh di nav xwe da dêr, avahiya rêveberiyê, xanî, embarên zad û çekan, perestgeha binerd, stargeh, mexzel, kanalên avê û 54 sarincan dihewîne û dîrokê ronî dike.

- "Him sûrên pir bilind û him jî yên pir qalind çêkirine"

Serokê Heyeta Kolandinê ya Keleha Zerzewanê Doç. Dr. Aytaç Coşkun ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wan di sala 2014an da dest bi xebatên kolandinê kir û ew gihîştin agahiyên girîng.

Coşkun got îsal li sûrên kelehê wan cara ewl xebat dan destpêkirin ku ev xebat wê feydeyê bidin tuzîmê.

Coşkun behsa sûrên kelehê yên 1200 mêtro dirêj in kir û wiha dewam kir: "Quleyên 21 mêtro bilind ên ku 19 mêtroyên wan hatine parastin hene. Li vir xeteke parastinê ya bihêz hatiye avakirin. Ji ber vê ev der garnîzona sînor a Romayê ye. Romayiyan her tim bi Sasaniyan ra şer dikir ku ji ber vê qalindiya sûran 2 û 3 mêtro ye. Him sûrên pir bilind û him jî yên pir qalind çêkirine. Di xebatan da me dît ku sûr heta 9 mêtroyan hatine parastin."

- "Cara ewil me destpêka kelehê ya 1800 salî tespît kir"

Coşkun anî ziman cara ewil wan sivder û destpêka kelehê dîtiye û wiha axivî: "Di Keleha Zerzewanê da her sal em tiştên nû dibînin. Îsal jî cara ewil me destpêka kelehê ya 1800 salî tespît kir. Me cihekî girîng ê ji bo parastina kelehê jî dît. Keleh ji bo guherandina dîroka herêmê û turîzmê pir girîng e. Par 450 hezar turîstên herêmî û biyanî hatin ziyareta kelehê. Heke pandemî çênebûya îsal em benda milyonek kesî bûn. Lê dîsa jî di nav 8 mehan da 100 hezar kes hatin ku di dema pandemiyê da ev jî hejmareke girîng e. Heta dawiya salê dibe ku bibe 300 hezar."

- Keleha Zerzewanê

Keleha Zerzewanê li ser zinarekî qasî 124 mêtro bilind hatiye avakirin. Keleh di navbera Amîda û Darayê da li herêmeke stratejîk da cî digire.

Keleha Zerzewanê di cihekî stratejîk da ye û ji ber vê him ji hêla leşkerî ve û him jî ji hêla sîvîlan va ev der hatiye bikaranîn. Ji bo keleha Zerzewanê di navbera Roma û Sasaniyan da şerên mezin çêbûne.

Dîroka Keleha Zerzewanê heta heyama Asûrê (BZ s882-611) dirêj dibe. Di dema Romayê da di sedsala PZ. 3yan da wextê Severusan (PZ. 198-235) cihê eskerî ya sereke hat çêkirin û heta sala 639an fetha artêşa Îslamê bênavber hat bikaranîn.

Sûrên li herêmê di dema Anastasios I (PZ 491-518) û Justinianos I (PZ 527-565) da hatine çêkirin."

 

 

 

 

Serepeyv