Endamên Grûp Yorûm di dema prova dikirin de hatin binçavkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i318378-endamên_grûp_yorûm_di_dema_prova_dikirin_de_hatin_binçavkirin
Endamên Grûp Yorûmê li Beykoz Polonezkoyê di dema provaya konserê dikirin de hatin binçavkirin. Polîsan di heman saetê de bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 06, 2020 07:31 Asia/Tehran
  •  Endamên Grûp Yorûm di dema prova dikirin de hatin binçavkirin

Endamên Grûp Yorûmê li Beykoz Polonezkoyê di dema provaya konserê dikirin de hatin binçavkirin. Polîsan di heman saetê de bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Endamên Grûp Yorûm (Grup Yorum) Dîlan Poyraz, Bahar Kurt, Betul Varan, Eren Erdem, Bariş Yuksel û Sercan Toptanci yên li Beykoz Polonezkoyê, proveya konserê dikirin hatin binçavkirin. Li gorî daxuyaniya Buroya Hiqûqê  ya Gel, di dema ku endamên Grûp Yorûmê hatin binçavkirin de, polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîl a li Okmeydanê de jî girtin. Hat diyar kirin ku lêgerîna polîsan a li navenda çandê dewam dike.