Korona bû sebeb qehremaniya keçikên guleştgir neyê dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i318085-korona_bû_sebeb_qehremaniya_keçikên_guleştgir_neyê_dîtin
Sitare Ismaîlî dibêje qehremaniya Tîma Neteweyî ya Guleşta Alîş a Jinan a Îranê kete bin bandora belavbûna Vîrûsa Koronayê li welêt û zêde nehat dîtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 27, 2020 09:44 Asia/Tehran
  • Korona bû sebeb qehremaniya keçikên guleştgir neyê dîtin

Sitare Ismaîlî dibêje qehremaniya Tîma Neteweyî ya Guleşta Alîş a Jinan a Îranê kete bin bandora belavbûna Vîrûsa Koronayê li welêt û zêde nehat dîtin.

Li gorî rapora ISNAyê, Rahênera Tîma Neteweyî ya Guleşta Alîş a Jinan a Îranê, Sitare Ismaîlî di gotûbêja bi ISNAyê ra got: Keçikên guleştgir jî weke çiqên din destûra xwe ya tremrînê  li salûnê tunene û bi awayê takekesî di cihên vekirî da temrîn dikin.

Wê got ku qehremaniya Tîma Neteweyî ya Guleşta Alîş a Jinan a Îranê di pêşbirkên cîhanî yên Qezaqistanê da kete bin bandora Koronayê û zêde nehat dîtin.