-
Desteyeke Civata Ewrûpayê dê îro seredana Tirkîyê bike
Hezîran 22, 2019 06:38Desteyeke Konseya Ewrûpayê dê berî hilbijartinên Şaredarîya Istenbolê seredana Tirkîyê bike û bi endamên Civata Bilind a Hilbijartinên vî welatî, dîplomatên bîyanî û nunerên sazîyên sivîl ra li Enqerê hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne.
-
HDP: Istiratêjîya me naguhere, em dê pişta berbijarê CHP`ê bigirin
Hezîran 22, 2019 03:42Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) himberî nameya ku tê gotin ya Serokê PKK`ê ye, bertek nîşan da.
-
Pêgirîya Barzanî û Erdogîn ser berfirekirina peywendîyên dualî
Hezîran 22, 2019 03:31Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan civiyan û di civînê de her du alîyan pêgirî ser ser berfirekirina peywendîyên dualî kirin.
-
Nêçîrvan Barzanî û Erdogan civiyan
Hezîran 21, 2019 15:11Serokê Herêma Kurdistanê Nêçî'rvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Stenbolê civiyan.
-
Temellî bersiva banga Ocalan da: Xelkê beriya heftiyekê biryara xwe daye
Hezîran 21, 2019 13:34Piştî belavbûna nûçeya ku Abdullah Ocalan ji HDP`ê xwestiye, di hilbijartinên 23`yê Hezîranê yên bo Şaredariya Stenbolê de bêalîbûna xwe biparêze, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî bertek nîşan da û ragihand, xelkê beriya heftiyekê biryara xwe daye.
-
YE`yê gefa boykotê li Tirkîyê xwar
Hezîran 21, 2019 12:19YE`yê hişyarî da Tirkîyê ku heke karê peydakirina neqanûnî ya gazê li perravên Qibrisê ranewestîne, yê bikeve ber boykotên wê yekitîyê.
-
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gehişt Tirkiyê ji bo hevdîtina Erdogan
Hezîran 21, 2019 11:02Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beriya gihişte Stenbolê. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi bangawaziyeka fermi Nêçîrvan Barzanî vexwendibû Tirkiyê.
-
Erdogan: Di anketan ser encama hilbijartinê de ez komployekê dibînim
Hezîran 21, 2019 10:51Ji ber ku Anketên Hilbijartinê ya şaredariya Stenbolê bi piranî serkevtina namzedê CHPê pêşbînî kirine, eva bûye sedema hêrsbûna serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û ew dibêje: "Ez êdî bi tu awayî ji van anketan bawer nakim, di anketan da êdî ranteke gelekî mezin heye."
-
Wezareta derve ya Misirê bi tundî bersiva Erdogan da
Hezîran 21, 2019 06:59Piştî mirina serokomarê berê yê Misirê Mihemed Mursî, serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan ragehandibû ku Mursî bi asayî nemiriye û Tirkiye dê hewla dadgeh kirina Misirê bide.
-
115 gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji ber êrişên Tirkîyê hatine valakirinê
Hezîran 20, 2019 13:24Bi dû êrişên hewayî û bi topan ên Artêşa Tirkîyê ser deverên xelknişîn ên Herêma Kurdistana Iraqê, heta vê gavê 115 gund hema li devera Biradosta Hewlêrê hatine valakirinê.