115 gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji ber êrişên Tirkîyê hatine valakirinê
Bi dû êrişên hewayî û bi topan ên Artêşa Tirkîyê ser deverên xelknişîn ên Herêma Kurdistana Iraqê, heta vê gavê 115 gund hema li devera Biradosta Hewlêrê hatine valakirinê.
Ligorî rapora Kanala Nûçan a Rûdawê, ji ber bêewlehîtî û gefên bi dû êrişên hewayî û bi topan ên Tirkîyê ser deverên xelknişîn ên Herêma Kurdistanê nemaze li sînorê hevpar digel Tirkîyê, heta nika 115 gund hema li devera Biradostê ser bi parêzgeha Hewlêrê hatine valakirinê.
Niştecihên wan deveran jî xwestine ku Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê pêngaveke lezgîn di warê dabînkirina ewlehîya wan da rake.
Ligorî agahîyan di encama êrişên Tirkîyê de xisarên giran li Parka Helgord-Sekranê ketine.
Ew gundên ku niştecihên wan hê derneketine jî ji ber bicihbûna leşkerên Tirkîyê nikarin zêdeyî 100 mêtran ji gundên xwe dûr bikevin û karên rojane bikin.
Tirkîyê hejmareke zêde ya baregehên leşkerî û istixbaratê li Herêma Kurdistana Iraqê hene û niha Artêşa wî welatî 30 kîlomêtran ketîye kûratîya axa Herêma Kurdistanê.