-
Mewlûd Çavuşoglu: Eger rêçareya siyasî bo kirîza Sûriyê peyda bibe hêzên eskerî yên Tirkiyê dê ji Sûriyê derkevin
Tebax 30, 2019 09:30Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê bal kişande ser alûgorên vê dûmahîkê li Idlibê û ragihand: Eger rêçareya siyasî bona çareserkirina kirîza Sûriyê peyda bibe hêzên eskerî yên Tirkiyê dê ji nav axa Sûriyê derkevin.
-
Ehmed Turk: "Hikmê kivşkirina Sergêrran jibo Şaredarîyan di roja piştî hilbijatinan de hatibû ragihandinê"
Tebax 30, 2019 09:12Şaredarê wêdadayî yê Mêrdînê di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Şaredarên wêdadayî yên Amed û Wanê de got: "Hikmê kivşkirina Sergêrran jibo Şaredarîyan di roja piştî hilbijatinan de hatibû ragihandinê."
-
Sergêrrê Şaredarîya Wanê mûsîqîya Kurdî di dawetan de qedexe kir
Tebax 30, 2019 08:00Qeyyûmê Şaredarîya Wanê belavkirina sitranên Kurdî di dadwetên ku derveyî salonan de bên lidarxistinê de qedexe kir.
-
Qeyyûmê Şaredarîya Mêrdînê 150 personelên Şaredarîyê ji kar derxistin
Tebax 30, 2019 05:04Sergêrrê Şaredarîya Mêrdînê 150 xebatkarên wê Şaredarîyê ji kar derxistin.
-
Mewlûd Çavûşoglu: Tirkîye dê bi dû alternatîvê dewsa F-35`an bigerre
Tebax 29, 2019 14:32Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê di axavtinekê de amajeyî mijara balafirên cengê yên F-35 û rawestandina endametîya Tirkîyê di proja berhemanîna hevpar a vê cura balafirên cengê yên gelekî- pêşketî ji hêla Amerîkayê ve kir û got: Heke em nekaribin balafirên cengê yên F-35 bikirrin, em dê bi dû alternatîvê bin.
-
Pêgirîya Erdogîn ser domandina wêdadayîna Şaredaran
Tebax 29, 2019 12:33Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan amajeyî domandian sîyaseta wêdadayîna Şaredarên bijartî yên gel û danîna Qeyyûman dewsa wan de kir û got: Dema karê Meclisê destpê bû, dosîyayên din jî di vî warî de ser masê amade ne.
-
Desteyeke HDP`ê digel Balyozên welatên ewrûpî civîya
Tebax 29, 2019 11:21Desteyeke Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) li Enqerê bi Balyozên welatên ewrûpî li Tirkîyê re civîya û bi wan re derbarê alûgurên vê dawîyê yên navçê û Tirkîyê de gotûbêj kir.
-
HDP nexşerêyekê bo çalakiyên dijî Qeyyûman amade dike
Tebax 29, 2019 03:52Ligor hin çavkaniyan ji nav Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Desteya Birêvebir a HDP`ê nexşerêyeke sêqonaxî jibo dijayetiya himberî danîna Qeyyûman ser şaredariyên Wan, Diyarbekir û Mêrdînê amade kiriye.
-
Ahmet Turk: Dixwazin dengê Kurdan bibirrin
Tebax 28, 2019 14:50Şaredarê Mêrdînê Ahmed Turk ku ji kar hatiye dûrxistin, ragihand ku dixwazin dengê gelê Kurd, dengê siyasetmedarên Kurd bibirrin.
-
Opêrasyona Artêşa Tirkîyê ya Kiran-2`yê destpê bû
Tebax 28, 2019 13:18Hêzên Ewlehî û Artêşa Tirkîyê opêrasyonek ser navê Kiran-2 bi merema tepeserkirina hêzên PKK`ê li parêzgehên Mêrdîn, Batman û Şirnexê destpê kirin.