Mewlûd Çavûşoglu: Tirkîye dê bi dû alternatîvê dewsa F-35`an bigerre
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê di axavtinekê de amajeyî mijara balafirên cengê yên F-35 û rawestandina endametîya Tirkîyê di proja berhemanîna hevpar a vê cura balafirên cengê yên gelekî- pêşketî ji hêla Amerîkayê ve kir û got: Heke em nekaribin balafirên cengê yên F-35 bikirrin, em dê bi dû alternatîvê bin.
Ligorî rapora Kanala NTV`yê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu di axavtinekê de amajeyî mijara balafirên cengê yên F-35 û rawestandina endametîya Tirkîyê di proja berhemanîna hevpar a vê cura balafirên cengê yên gelekî- pêşketî ji hêla Amerîkayê ve kir û got: Tirkîye pişkeke proja çêkirina balafirên cengê yên F-35 e. Nabe were jibîrkirinê ku Tirkîye pişkeke alavên wê cura balafirên cengê saz dike. Tirkîye eva çend sal in ku dixwaze wan balafirên cengê bikirre û jibo vî karî jî gellek dirav weke diravê pêşîn daye.
Wî di dewama gotinên xwe da ragihand: Em hewcedarê balafirên cengê yên pêşketî ne. Heke em nekaribin balafirên cengê yên F-35 bikirrin, em dê bi dû alternatîvê bin. Lê em naxwazin ku bi dû alternatîvê bin, em hewil didin ku F-35`an bikirrin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê derbarê seredana wî û Erdogîn ya nîşangeha berhemên hewayî yên Ûrsêtê û balafirên cengê yên Sokho-57`ê de jî got: Me ew balafirana li Moskowê dîtin, Peywendîyên Tirkîyê digel Ûrsêtê bi hîç awayekî ne alternatîva peywendîyên Tirkîyê digel welatên din û NATO`yê ne.