HDP nexşerêyekê bo çalakiyên dijî Qeyyûman amade dike
Ligor hin çavkaniyan ji nav Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Desteya Birêvebir a HDP`ê nexşerêyeke sêqonaxî jibo dijayetiya himberî danîna Qeyyûman ser şaredariyên Wan, Diyarbekir û Mêrdînê amade kiriye.
Ligor vê nexşerêyê, di qonaxa yekem de yê çalakiyên rûniştinê yên bênavber li Diyarbekir, Wan û Mêrdînê bên organizekirin. Heta vegera şaredaran ev çalakî dê bên domandinê. Ji bo piştgiriya çalakiyê, dê ji rojavayê Tirkiye jî birêkirina desteyan were organizekirin.
Di qonaxa duyem de yê çalakî li bajarên rojavayê Tirkiye jî bên lidarxistin. Raya giştî ya rojavayê Tirkiye bê agahdarkirin, ger bêdengî bê hilbijartin, dê Qeyyûm li bajarên rojavayê Tirkiye jî, bên danîn. Bingeha demokrasiyê li Tirkiye, dê were hilweşandin. Piştgirî dê were xwestin. Li rojavayê Tirkiyê bi beşdariya şaredaran, parlementeran û endamên Meclisa Şaredariyan konferans, semîner û panel werin lidarxistin.
Di 1`ê Îlonê de ku roja aştiyê ya navneteweyî ye, dê xwepêşandan li Stenbol û Izmirê werin lidarxistin.
Dê daxwaza vebûna demsalî ya Parlementoya Tirkiye berî meha Cotmehê bê kirin ji bo ku babeta Qeyyûman were rojevê.
Di qonaxa sêyem de jî yê xebatên dîplomatîk werin berferehkirin. Hevdîtin ligel Parlementoya Ewrûpa, Konseya Ewrûpa û saziyên Ewrûpî yên desthilatên herêmî werin pêkanîn.
Ji hêla din ve Hevserokê HDP`ê Sezaî Temellî bang li welatiyan dike, bila xelk baca şaredariyê û heqê av û kahrebayê nedin şaredariyê.
Hevserok`ê HDP`ê Sezaî Temellî ragihand, xwenîşandanên wan tenê daxuyaniyên rojnamevanî û çalakiyên rûniştinê nagirin ber xwe. Ewê dest bi çalakiyên serkêşiyên medenî bikin û divê herkes xwedî li viyana xwe derkeve.
Sezaî Temellî herwiha got: Welatî neçar nînin bac û heqê av û kahrebayê bidin şaredariyê. Ew ne neçar in pereyên xwe bidin talankeran û ew desthilatdariya qeyûman nas nakin.