-
Hevşaredarê Îdirê Akkûş yê ji HDP'ê hat girtin
May 18, 2020 12:58Hat ragihandin ku Hevşaredarê Îdirê Akkûş yê ji HDP'ê hat girtin.
-
Putin û Erdogan rewşa Idlib û Lîbyayê gotûbêj kirin
May 18, 2020 17:28Serokkomarê Rûsyê Vladimir Putin bi rêya telefonê bi hevpîşeyê xwe yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re axivî û wan li ser rewşa Idlib û Lîbyayê gotûbêj kirin.
-
17ê Gulanê, 44 kesên din li Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan
May 18, 2020 04:55Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, duh 17ê Gulanê li Tirkiyê ji ber vîrûsa koronayê 44 kesan jiyana xwe ji dest da. Bi van miriyan re hejmara giştî ya miriyên li Tirkiyê derket 4 hezar û 140 kesan.
-
Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
May 18, 2020 04:51Hevşaredarê Bajaroka Vartînîsê ya Mûşê Casim Budak ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û ji peywirê hat girtin, hat girtin.
-
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman li Mêrsîn, Amed, Edene, Şirnex, Sêrt û hwd
May 18, 2020 04:47Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Bertekên li dijî tayinkirina qeyûman li şaredariyên dibin rêveberiya HDP’ê de dewam dikin.
-
Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
May 18, 2020 04:30AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guvan bang li gel kir ku hêj talukeya vîrûsê berdewam dike û xwest di cejnê de neçin serdana hev û li şûna wê bi dîmen û telefonan cejnê hev pîroz bikin. Guven xwest her kes bi xwe tedbîrên xwe bigirin û hev hişyar bikin.
-
Tirkiye ji danûstandinên ENKS û PYDê nerazî ye
May 17, 2020 20:51Hikûmeta Tirkiyê ji danûstandinên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nerazî ye.
-
Tirkiye- 44 kesên din bi Koronayê mirine
May 17, 2020 20:19Wezareta Tendirustiya Tirkiyê aşkere kir di heyama 24 saetên dawî de 44 kesên din bi vîrusa Koronayê mirine û 3 hezar û 368 kes jî bi Koronayê ketin.
-
PKK: Li Lêlikanê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
May 17, 2020 14:54PKK'ê ragihand ku li qada Lêlikanê ya herêma Xakurkê li dijî artêşa Tirkiyê çalakiyeke sabotajê hatiye kirin û di encamê de 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
-
Li Serêkaniyê 2 sivîl ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatin kuştin
May 17, 2020 09:17Li gundekî bajarê Serê Kaniyê li bakura Sûriyê du kesên sivîl ji aliyê çeteyên dewleta Tirkiyê ve hatin kuştin.