PKK: Li Lêlikanê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
PKK'ê ragihand ku li qada Lêlikanê ya herêma Xakurkê li dijî artêşa Tirkiyê çalakiyeke sabotajê hatiye kirin û di encamê de 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê li ser vêmijarê daxuyaniyek weşand û ragihand ku artêşa Tirkiyê 14'ê Gulanê li qada navbera Girên Kevortê û Lêlikanê yên herêma Xakurkê dest bi operasyonekê kir. Ev operasyon 15'ê Gulanê bêencam bi dawî bû.
PKK di dewama daxuyaniya xwe de diyar dike ku hêzên wê li dijî kepçeyeke artêşa Tirkiyê çalakiyeke sabotajê kirin ku ber bi Girê Lêlikanê ve diçû. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin. Artêşa Tirkiyê piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî bi wesayitên zirxî ji herêmê birin.
13'ê Gulanê saet di navbera 13:00-14:00 de balafirên şer ên artêşa Tirkiyê bombe li Geliyê Avaşînê yê herêma Avaşînê barandin.
PKKê herwiha ragihand ku 15'ê Gulanê saet 10:30'î jî balafirên şer bombe li qada Kartal a li herêma Avaşînê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên wê nehatiye."