Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman li Mêrsîn, Amed, Edene, Şirnex, Sêrt û hwd
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315915-bertekên_li_dijî_tayînkirina_qeyûman_li_mêrsîn_amed_edene_Şirnex_sêrt_û_hwd
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Bertekên li dijî tayinkirina qeyûman li şaredariyên dibin rêveberiya HDP’ê de dewam dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 18, 2020 04:47 Asia/Tehran
  • Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman li Mêrsîn, Amed, Edene, Şirnex, Sêrt û hwd

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Bertekên li dijî tayinkirina qeyûman li şaredariyên dibin rêveberiya HDP’ê de dewam dikin.

Berdevka Partiyê Ebrû Gunay di çalakiya li dijî tayînakirina qeyûman de axivî û got: “Qeyûm darbeya li dijî demokrasiya Tirkiyê ye. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê darbekar e.” Li dijî  tayinkirina qeyûman li şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, li bajarên weke Amed, Êlih, Sêrt, Eden, Mêrsîn û Şirnexê çalakî hatin lidarxistin û tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin. 

 

AMED 

Rêxistina Paratiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê li avahiya HDP’ê ya Rezanê daxuyanî da çepemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP’ê yên Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyad Ceylan, rêveberên bajêr û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm xespa vînê ye, emê tu carî qebûl nekin” hat vekirin. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik axaftinek kurt kir û wiha got: “Bi qeyûman darbeyê li vîna gel didin. Emê her tim li dijî qeyûman dengê xwe bilind bikin.” Hevserokê HDP’ê yê Rezanê Mehmet Atlihan jî, qeyûm-tayînkirina li 5 şaredariyan weke darbeyê nirxand û wiha axivî: “Em ê li dijî qeyûman serî netewînin û têkoşîna xwe dewam bikin. Bi xespkirina vîna kurdan dixwazin rojên tarî bi kurdan bidin jiyîn. Yên dixwazin vê bikin dawiya wan nêz bûye.” Piştî axaftina Atlîhan, daxuyanî bi lêxistin çepikan bi dawî bû. 

FARQÎN 

Rêveberên HDP’ê yên navçeyê û gelek welatî li ber avahiya Şaredariya Farqînê kom bûn daxuyanî dan çapemeniyê û bertekên xwe li dijî qeyûman nîşan dan. Hevserokê HDP’ê yê Farqînê Kenan Kaydû di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Bi qeyûman şaredariyên me xesp dikin û ev li dijî hiqûqê ye.” 

SÊRT 

Li Sêrtê jî, Serokwekîla Koma HDP û Parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, parlementerên HDP’ê Dr. Nejdet Îpekyuz, Dersim Dag, Feleknas Ûca, Siddik Taş û Ayşe Surucu, rêveberên bajêr û navçeyan daxuyanî dan çepemeniyê. HDP’iyan berî daxuyaniyê esnaf ziyaret kirin û dûre derbasî avahiya partiye bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, di daxuyaniyê de axivî û wiha bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da: “Gelê kurd hemû darbekaran baş nas dike. Gelê kurd carek din raya giştî ya Tirkiyê dît. Yên darbeyê dikin AKP û MHP bi xwe ye. Ya ku darbeyê dike desthilatdariya faşist a AKP û MHP’ê ye. Ev darbe li dijî demokrasiya Tirkiyê ye.” 

ÊLIH 

Rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî, li ber avahiya partiyê li dijî tayînkirina qeyûman deng derxist û bi vî awayî qeyûm şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran, Feleknas Ûca û Nejdet Îpekyuz, Hevşaredarên Êlihê yên ji peywira xwe hatin dûrxistin Mehmet Demîr û Songul Korkmaz jî beşdarî çalakiyê bûn. Îpekyuz, di çalakiyê de, axivî û tayînkirina qeyûm şermezar kir. Îpekyuz, diyar kir ku darbekarên rast desthilatdariya siyasî ye. Qeyûm darbeye. Qeyûm dagirkeriye.” 

ŞIRNEX 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê jî, li dijî qeyûmên ku tayînê 5 şaredariyên HDP’ê hatin kirin li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Hezex a Şirnexê daxûyanî da.
Parlamenterên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş, Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Sûleyman Şavlûk, Hevşaredara Cizîrê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, Hevşaredarên Hezexê ku şûna wan qeyûm hat tayînkirin Songûl Erden û Mûrat Şen, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyê tevlî daxûyaniyê bûn. Daxûyaniya ku li navçeya Hezexê hat dayîn, polîsan bi hinceta nexweşiya vîrûsa koronayê xwest asteng bike. Girseya ku astengî nas nekir û daxûyaniya xwe da. Di daxuyaniyê de Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî û got di vê pêvajoya ku nexweşî belav bûye desthilatdarî qeyûm tayînê şaredariyan dike. Hasan, bi lêv kir ku qeyûmên tayînê şaredariyên HDP’ê tên kirin darbe ye û wiha dewam da axaftina xwe: “Îro AKP-MHP dest dane hevdû û li Tirkiyê rejîmek bêhiqûqî didin meşandin. Ev faşîzma hanê tu carî nayê qebûlkirin. Bandora ku li ser civakê tê kirin gelek dijwar e û tu mafê mirovan nemaye. Hiqûq, edalet, wijdan û ehlaq nemaye. Di her aliyê de meşrûtiyeta xwe winda kirine. Di qada navneteweyî de tu meşrûtiyeta wan nemaye. Li gor makezagonan tu qanûn nehiştîne. Ev qeyûm darbe û faşîzm e. Gelek hevalên me bêhiqûqî ji peywirê hatin dûrxistin.” Hasan, diyar kir ku ji bo azadî, demokrasî, wekhevî, mafê jinê û vîna gel dê têkoşîna wan berdewam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zilm, faşîzm û bêhiqûqiya we nikare pêşiya me bigire. Em ê heta dawiyê berxwe bidin û serî natewînin.” Daxûyanî bi çepikan bi dawî bû. 

EDENE 

Rêxistina HDP’ê ya Edenê jî, dibin dorpêçaolîsan de tayînkirina qeyûman şermezar kir. Bi sedan polîsên ku bi wesayîtên xwe pêşiya avahiya partiyê girtin, bi hinceta bergiriyên vîrûsa korona (Kovîd-19) destûr nedan ku HDP’î ji avahiyê derkevin. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllarî li ser vê hevdîtin bi serokê polîsan re pêk anî. Dûre destûr hat dayîn ku daxuyanî li ber avahiya partiyê bê dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hilbijêr vîna  me, dest ne de vîna me” hat vekirin. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari, helwesta polîsan rexne kir û wiha got: “Polîsan xwestin çalakiya me asteng bikin. Em wan şermezar dikin. AKP di pêvajoya şewbê de, qeyûm tayînî vîna gel dike. AKP bi dijminantiyê êrîşî gelê kurd û beşên mûxalîf dike. Em li dijî hemû darbeyan têkoşîna xwe dewam bikin. Qeyûm darbe ye.” Daxuyanî bi berzkirina “Bi berxwedanê emê bi ser bikevin” û lêxistina çepikan bi dawî bû. 

MÊRSÎN 

Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî, bi heman armancê çalakî li dar xist û bertek nîşanî tayînkirin qeyûman da. Çalakî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Akdenîzê pêk hat. Ligel hemû astengiyên polîsan jî, çalakî hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tuncer Bakirhan, parlamentera HDP’ê ya bajêr Fatma Kûrtûlan û rêveberiyên partiye beşdarî daxuyaniyê bûn. Kûrtûlan, di axaftina kir de, diyar kir ku qeyûm darbe ye û ewê li dijî vê darbeye têkoşîna xwe dewam bikin. Daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.