Putin û Erdogan rewşa Idlib û Lîbyayê gotûbêj kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i315940-putin_û_erdogan_rewşa_idlib_û_lîbyayê_gotûbêj_kirin
Serokkomarê Rûsyê Vladimir Putin bi rêya telefonê bi hevpîşeyê xwe yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re axivî û wan li ser rewşa Idlib û Lîbyayê gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 18, 2020 17:28 Asia/Tehran
  • Putin û Erdogan rewşa Idlib û Lîbyayê gotûbêj kirin

Serokkomarê Rûsyê Vladimir Putin bi rêya telefonê bi hevpîşeyê xwe yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re axivî û wan li ser rewşa Idlib û Lîbyayê gotûbêj kirin.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Kremlin'ê îro, Duşemiyê agihand: "Serokkomarê Rûsyê, Vladimir Putin bi serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erogan re pêwendiyeke telefonê pêk anî.  Herdu aliyan li ser rewşa li Sûriyê gotûbêj kirin û niyetên xwe yên girêdayî zêdekirina kedeke hevpar ji bo cîbicîkirina peymanên Rûs-Tirk li herêma li Idlib û protokola Sochi (Sûçî) ya 17‘ê Îlona 2018‘an, ku di 5‘ê Adarê de li Moskvayê hate qebûlkirin, anîn ziman. "

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Her wiha herdu aliyan rewşa Lîbyayê gotûbêj kirin û fikarên xwe derbarê şerê li wir rû dide anîn ziman. Her wiha teqezî li pêwîstiya pêkanîna agirbesteke dayîm û diyalogan di navbera lîbiyan de kirin; Ya ku li gorî biryarên kongreya Berlînê ya navnetewî ya 19‘ê Çileyê ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY‘yê bi hejmara 2510 ve hatiye erêkirin."

Pêwendiya Putin-Erdogan piştî çend rojan ji êrişa çeteyên Tirkiyê yên li ser baregehên hêzên hikûmeta Sûriyê li gundewarên Idlibê pêk hat, ku di encamê de çend kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Di heman demê de li Lîbyayê hikûmeta Wîfaqê ya ku Tirkiye pişta wê digire, dest danî ser baregeha hawayî ya Wetiya ya li rojavayê vî welatî.