Tirkiye- 44 kesên din bi Koronayê mirine
May 17, 2020 20:19 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Tirkiyê aşkere kir di heyama 24 saetên dawî de 44 kesên din bi vîrusa Koronayê mirine û 3 hezar û 368 kes jî bi Koronayê ketin.
Îro roja yekşemê 17.05.2020an Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca, li ser hesabê xwe ya Twîtterê, dawîn amarên qurbanî û pêketina bi vîrusa Koronaya aşkere kir.
Koca ragihandiye, di maweyê 24 saetên dawî de 44 kes bi Koronayê mirine û 3 hezar û 368 kes jî bi wê vîrusê ketine û hezar û 825 kes jî baş bûne.
Ligor amarên dawî yên Wezareta Tendirustiyê belavkirine 149 hezar û 435 kes bi Koronayê ketine û heta niha 4 hezar û 140 kes jî bi Koronayê mirine. 109 hezar û 962 nexweşên Koronayê jî baş bûne.