-
Berteka Tirkiyê li hember boykota Yekitiya Ewrûpayê
Îlon 22, 2020 10:33Wezareta karên derve yê Tirkiyê li hember zêdekirina şîrketa deryayî ya vî welatî li lîsteya boykotên Yekitiya Ewrûpayê berek nîşan da.
-
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gunedê Korhesen ê Girê Spî topbaran dikin
Îlon 21, 2020 18:38Artêşa Tirkiyê ku deverên curbicur li Sûriyê dagir kirine û çeteyên wê gundê Korhesen ê rojavayê Girê Spî topbaran dikin.
-
Li Êlihê 6 jinên HDP’î hatin destgîrkirin
Îlon 21, 2020 16:02Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya ‘Em xwe diparêzin’ de li Êlihê hatin ba hev, polîsan êrîşî wan kirin, 6 jinên HDP’î destgîrkirin.
-
YE dê dewleta Tirkiyê ji ber binpêkirina qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re ceza bike
Îlon 21, 2020 14:00Wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê (YE) li ser ferzkirina cezayan li ser kesên ku qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re binpê kirine, erê kir û her wiha dîplomatan got 3 şîrketên ji Tirkiye, Urdun û Kazaxistanê û 2 kesên lîbyayî di lîseteya ferzkirina cezayan de ne.
-
Qibrisê: Ji bo rewastandina tevgera Tirkiyê li Deryaya Spî divê ceza li ser bên ferz kirin
Îlon 21, 2020 11:36Îro wezîrê karên derve yê Qibrisê Nikos Christodoulides ji bo rawestandina tevgerên dewleta Tirkiyê yên neqanûnî li rojhilatê Deraya Spî bang li Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku cezayan li ser dewleta Tirkiyê ferz bike.
-
Kemal Kilîçdaroxlû: Du an sê salên destpêka perwerdehiyê divê bi zimanê zikmakî be
Îlon 20, 2020 10:55Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) tevî piştgiriya ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî, bernameya perwerdehiya bi zimanê zikmakî di du an sê salên destpêka dibistanê pêwîst da zanîn.
-
Li Îdirê jin ji bo sifreyên zivistanê rişteyê çêdikin
Îlon 20, 2020 08:23Li Îdirê êdî hewa sar dibe û jinên li herêmê dest bi çêkirina rişteya bi salan e tê çêkirin kirin. Jin rişteyê têl têlî qet dikin û hişk dikin.
-
Li Meletiyê; Bihabûna xerckirinên çandiniyê ziyan li titûnvanan xist
Îlon 20, 2020 05:08Li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê cotkar Mehmet Alî Erbaş ku çandiniya titûnê dike, diyar kir ku ji ber bihabûna xerckirinên çandiniyê nikarin li erdên xwe çandiniyê bikin. Bi kûrbûna krîzê re bihayên xerckirinên li çandiniyê gelek zêde dibin û ev jî zorê dide cotkarên titûnê.
-
Bersiva Macron bo gotinên tund ên wezîrê berevaniya Tirkiyê
Îlon 19, 2020 14:44Emmanuel Macron serokkomarê Fransayê roja şemiyê li peyameke twîtterî li hember gotinên tund ên wezîrê berevaniya Tirkiyê bertek nîşan da û ji Enqerê xwest ku bila dûr ji sadefikriyê û serhişkiyê li bara nakokiyên li rojhilata Deryaya Spî bikeve gotûbêjê.
-
Macron: Divê Tirkiye danûstandinên berpirsyarane encam bide
Îlon 19, 2020 16:01Aloziyên di navbera Tirkiye û Fransayê de berdewam in û Serokomarê Fransayê ragihand ku divê Tirkiye danûstandinên berpirsyarane encam bide.