-
Tirkiye dîsa proseya lêgerîna çavkaniyên enerjiyê li Derya Spî despê dike
Îlon 19, 2020 05:12Tirkiyê biryara dirêjkirina dema proseya geryana li pey çavkaniyên enerjiyê li Derya Spî bo meheke din dirêj dike. Enqerê berî niha keştiya Oruç Reîs vekişandibû.
-
Rexnekirina rakirina tabloyên bi zimanê kurdî li Tirkiyê
Îlon 19, 2020 08:36Alîkarê civata ziman û çanda kurdî li Tirkiyê rakirina tabloyên bi zimanê kurdî li parzêgeha kurdnişîn a Wanê rexne kir û ev kiryara weke beşek ji hewldana Enqerê bona jinavbirina zimanê gelê kurd ê Tirkiyê da zanîn.
-
HDP: Endamekî me hat revandin û îşkencekirin
Îlon 19, 2020 07:37HDPê ragihand ku endamekî rêveberiya wan li Amedê ji aliyê çend kesên ku xwe wek karmendên îstîxbaretê nasandine ve hatiye revandin û îşkencekirin û paşê li daristanê hatiye bicî hiştin.
-
Hejmara pêketiyên Koronayê li Tirkiyê gihêşt derdora 300 hezar kesî
Îlon 19, 2020 06:43Wezareta Tendrsutiya Tirkiyê înê şevê li bara tomarkirina 1771 tûşbûyiyên vîrûsa Koronayê li vî welatî li 24 saetên derbasbûyî agahî da û ragehand ku hejmara pêketiyên Koronayê li Tirkiyê gihêştiye 299810 kesî.
-
Erdogan ji îstîfakirina El-Serac bedbîn e
Îlon 19, 2020 05:13Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ji daxwaza Fayiz El-Serac a îstîfakirina ji serokatiya hikumeta Wîfaqa Nîştimanî bedbîn e. Her wiha Erdogan careke din gef li dijî fermandarê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter xwarin.
-
Jiyana jinên koçer ên li Zozana Nebirnav a Colemêrgê
Îlon 18, 2020 15:28Jinên koçer ên li Zozana Nebirnav a Colemêrgê, diyar kirin ku bi hev re her karî dikin û bi piştevaniyê hemû zehmetiyan derbas dikin.
-
Tirkiye; Li Meletiyê bi lerza 4,5an erdhej çêbe
Îlon 18, 2020 11:13Walî Aydin Baruş: "Heta niha tu îxbareke neyînî nehat kirin, lêkolînên ekîbên me dewam dike."
-
Leyla Guven hat berdan
Îlon 18, 2020 06:00Hevseroka KCD’ê Leyla Guven piştî ku îfade da dozgeriyê hat berdan. Dayika Aştiyê Fatma Tûran jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.
-
Li Stenbolê; Mamosteyek ji ber sparteka kurdî ji dibistanê hat dûrxistin
Îlon 18, 2020 06:00Hîndekarê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Bazirganiyê Ya Stenbolê 'Bekîr Tank' ji ber sparteka kurdî da xwendekarên xwe ji dibistanê hat dûrxistin.
-
Erzerom; Zimanê şêniyên bajêr di bîlbordên 9 zimanî yên şaredariyê de tune ye!
Îlon 18, 2020 04:51Li navçeya Yakûtliye ya girêdayî navenda Erzeromê ku nîva nifûsa wê kurd in, şaredariya AKP’ê afîşên bi 9 zimanî ku li ser “Ji kerema xwe re rûpoşên xwe bin ber rûyê xwe” bi tevahiya bîlbordên îlanê yên bajêr ve kirin. Lê şaredariyê nifûsa kurd li ber çavan negirt û cih neda zimanê kurdî.